text
stringlengths
17
482
path
stringlengths
71
71
audio
audioduration (s)
2.48
30
Gava ewî Îsa dît kire qîrîn kete ber Wî û bi dengekî bilind got Tu çi ji min dixwazî Îsayê Kurê Xwedêyê Herî Jorin Ez reca ji Te dikim min nede cefê Çimkî Îsa emirî ser ruhê heram kiribû ku ji wî merivî derkeve
final_dataset_maus_aligner/train/B03___08_Luke________KMRIBTN1DA-12.wav
Fêrisî û sadûqî hatine cem Wî ku Wî bicêribînin û jê xwestin ku ji ezmana nîşanekê nîşanî wana ke Fêrisî û sadûqî hatine cem Wî ku Wî bicêribînin û jê xwestin ku ji ezmana nîşanekê nîşanî wana ke Ewî li wan vegerand û got Gava dibe êvar hûn dibêjin Hewa wê xweş be çimkî ezman sor bûye
final_dataset_maus_aligner/train/B01___16_Matthew_____KMRIBTN1DA-00.wav
Kal û bavêd me li serê vî çîyayî Xwedê hebandine lê hûn dibêjin cîyê Xwedê hebandinê gerekê li Orşelîmê be Îsa jêra got Evdê Min bawer bike wextê bê ku hûnê ne li vî çîyayî û ne jî li Orşelîmê Bavê bihebînin
final_dataset_maus_aligner/train/B04___04_John________KMRIBTN1DA-07.wav
Heger Ez bi hukumê Belzebûl cina derdixim lê yêd ku pey we tên bi çi derdixin Wekî usa ye ewê bibine hakimêd we Lê heger Ez bi hukumê Ruhê Xwedê cina derdixim îdî Padşatîya Xwedê gihîştîye we Yan çawa yek dikare bikeve mala mêrxasekî û hebûka wî talan ke heger pêşîyê wî mêrxasî girênede
final_dataset_maus_aligner/train/B01___12_Matthew_____KMRIBTN1DA-09.wav
Yê ku didirû heqê xwe distîne û bona jîyîna hetahetayê ber top dike wekî yê diçîne û yê didirû bi hevra şa bin Vira ev gotin rast e ku Yek diçîne û yekî din didirû Min hûn şandin ku hûn wê bidirûn ser kîjanê hûn nexebitîne hinekêd din xebitîn û hûn li ser xebata wan rûniştin
final_dataset_maus_aligner/train/B04___04_John________KMRIBTN1DA-13.wav
Û toximêd ketine nav erdê qenc ew in yêd ku bi dilê sax û qenc xeberê dibihên dilê xweda xwey dikin û bi sebir berê xwe didin Tu kes çira vêxistî nake bin firaqê ne jî dike bin cînivînê lê datîne ser pêçirê wekî ewêd ku dikevine hindur ronayê bibînin
final_dataset_maus_aligner/train/B03___08_Luke________KMRIBTN1DA-06.wav
Nexapin Xwedê nabe pêkenî Çimkî meriv çi diçîne wê jî diçine Kî ku bona binyata xwe diçîne ewê ji wê binyatê mirinê biçine lê kî ku bona Ruh biçîne wê ji Ruh jîyîna hetahetayê biçine Ji qencîkirinê jî aciz nebin çimkî emê wextda biçinin heger em nedine der
final_dataset_maus_aligner/train/B09___06_Galatians___KMRIBTN1DA-02.wav
Bona hineka em bîna mirinê ne ku wan berbi mirinê dibe û bona hineka jî bîna jîyînê ku wan berbi jîyînê dibe Û kî dikare vî barî hilde Em ne mîna hineka ne yêd ku xebera Xwedê kara xweva girêdidin lê belê em çawa merivne ji Xwedêda şandî li ber Xwedê bi heleqetîya Mesîh pê sitqê dilê rast xeber didin
final_dataset_maus_aligner/train/B08___02_2CorinthiansKMRIBTN1DA-06.wav
Û Xwedê qalib dide wî toximî çawa ku dixwaze û her toximek qalibê xwe distîne Hemû qalib xûngoştek nînin qalibê mêriv başqe ye û qalibê heywên başqe yê teyreda başqe ye yê mesîya jî başqe
final_dataset_maus_aligner/train/B07___15_1CorinthiansKMRIBTN1DA-14.wav
Lema bira meriv pêşîyê dilê xwe binihêre û paşê ji wî nanî bixwe û ji wê kasê vexwe Çimkî kî bixwe û vexwe û femîna bedena Xudan nizanibe ew dîwana xwe dixwe û vedixwe Lema jî nava weda gelek nexweş û xweyîzede hene û hinek jî mirine Lê heger me dîwana xwe bikira dîwana meyê nehata kirinê
final_dataset_maus_aligner/train/B07___11_1CorinthiansKMRIBTN1DA-09.wav
Heyfê hilnedin delalno lê cî bidine hêrsa Xwedê çimkî nivîsar e Heyfhildan destê Min e Ezê heyfê hilînim Xudan dibêje Lê belê ev jî heye Heger dijminê te birçî ye nên bidê û heger tî ye avê bidê çimkî tu bi vê yekê pirîskê êgir ser serê wî top dikî
final_dataset_maus_aligner/train/B06___12_Romans______KMRIBTN1DA-08.wav
Xof û tirs dikete ser her kesî û bi destê şandîya gelek keremet û nîşan dibûn Hemû bawermend hevra bûn û her tiştêd wan yek bû Hebûk û milkê xwe jî difirotin û belayî hemûyêd hewce dikirin Her roj bi tifaq diçûne paristgehê malada nan kerdikirin û eşqşa bi dilê sax xwarin dixwarin
final_dataset_maus_aligner/train/B05___02_Acts________KMRIBTN1DA-17.wav
Partoyî medî elamî binelîyêd Mesopotamyayê Cihûstanê Kepedokyayê Pontosê Asyayê Firîgyayê Pamfîlyayê Misirê û yêd li alîyê Lîbyaya nêzîkî Kûrênê û usa jî yêd xerîbe ji Romê hatî
final_dataset_maus_aligner/train/B05___02_Acts________KMRIBTN1DA-03.wav
Silavê bidine Priskîlayê û Akîla hevalxebatêd mine şixulê Mesîh Îsada Wana bona min dest ji emirê xwe kişand ne ku tenê ez ji wan razî me lê temamîya civînêd ji necihûya jî Û li civîna mala wanda jî silav kin Apênetoyê delalê min jî silav kin ku Asyayêda bawermendê Mesîhî pêşin e
final_dataset_maus_aligner/train/B06___16_Romans______KMRIBTN1DA-01.wav
Ez wê Mizgînîyê dixwazim bînime bîra we xûşkbirano ya ku min wera dannasîn kir û we qebûl kir ser wê jî sekinîne Ez wê Mizgînîyê dixwazim bînime bîra we xûşkbirano ya ku min wera dannasîn kir û we qebûl kir ser wê jî sekinîne Bi wê jî hûn xilaz dibin heger wê xeberê ya ku min wera dannasîn kir qewîn bigirin Heger na bawerîya weyê badîhewa be
final_dataset_maus_aligner/train/B07___15_1CorinthiansKMRIBTN1DA-00.wav
Hûn Wî qet nas nakin lê Ez Wî nas dikim Heger Ez bêjim Ez Wî nas nakim Ezê jî mîna we derew derêm lê Ez Wî nas dikim û gotina Wî xwey dikim Bavê we Birahîm heyra wê roja Minda bû wî dît û şa bû Bona vê yekê cihûya jêra got Tu hê pêncî salî tune yî Te Birahîm jî dîtîye
final_dataset_maus_aligner/train/B04___08_John________KMRIBTN1DA-23.wav
Û gava Pawlos xeberdana xwe dirêj dikir ew xewa kûrda ji qatê sisîya jorda ket û mirîtî ew hildan Pawlos peyayî jêrê bû xwe avîte ser wî da hemêza xwe û got Xwe unda nekin çimkî ruhê wî wîda ye Paşê hilkişîya hat nan kerkir xwar û heta sibehê dirêj xeber da û rabû çû
final_dataset_maus_aligner/train/B05___20_Acts________KMRIBTN1DA-04.wav
her gav dua bikin her tiştîda razîbûnê bidin çimkî ev e xwestina Xwedê bi saya Mesîh Îsa bona we Ruhê Pîroz netemirînin Pêxembertîya bêrûmet nekin Her tiştî bicêribînin tiştêd qenc qewîn bigirin Ji her cûre xirabîyê dûr kevin
final_dataset_maus_aligner/train/B13___05_1Thess______KMRIBTN1DA-06.wav
Fêrisîya û hinek qanûnzanêd ku ji Orşelîmê hatibûn dora Îsa girtin Fêrisîya û hinek qanûnzanêd ku ji Orşelîmê hatibûn dora Îsa girtin Wana dît ku hineke ji şagirtêd Wî bi destêd heram awa gotî destneşûştî nan dixwin Fêrisî û hemû cihû pey rawrizimêd kal û bavêd xwe diçin heta ku destêd xwe rind neşon nanê xwe naxwin
final_dataset_maus_aligner/train/B02___07_Mark________KMRIBTN1DA-00.wav
Lê belê tu kes nikare bikeve mala mêrxasekî û hebûka wî talan ke heger pêşîyê wî mêrxasî girênede Gava girêda hingê wê bikaribe mala wî talan ke Ez rast wera dibêjim her gune û her gotina xirab ku bêjin wê li bendêd dinê bêne baxşandinê
final_dataset_maus_aligner/train/B02___03_Mark________KMRIBTN1DA-09.wav
Binelîya gava rewirê destê wîva dardabûyî dît hevra gotin Eva rastî mêrkuj e ji berê xilaz bû lê xudanê Heqîyê nehişt ku ew bijî Lê Pawlos rewirê destê xweva dawşande nava êgir û zîyan li wî nebû
final_dataset_maus_aligner/train/B05___28_Acts________KMRIBTN1DA-01.wav
Lê ez emirê xwe layîqî tu tiştî nakim tenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standîye bînime sêrî awa gotî Mizgînîya kerema Xwedê bi merîfetî dannasîn kim Niha ez zanim îdî hûn hemûyêd ku ez nav weda gerîyame û Padşatîya Xwedê dannasîn kirîye rûyê min nabînin
final_dataset_maus_aligner/train/B05___20_Acts________KMRIBTN1DA-10.wav
Hûn in yêd ku nava cêribandinêd Minda heta niha tevî Min mane Û Ezê Padşatîyê bidime we çawa Bavê Min ew da Min wekî hûn Padşatîya Minda ji sifra Min bixwin û vexwin û ser kursîya rûnên dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin Şimhûn Şimhûn Va ye mîrêcin xwest wekî we mîna genim bêjingê xe
final_dataset_maus_aligner/train/B03___22_Luke________KMRIBTN1DA-10.wav
Hingê ewê li qatê jorin odeke mezine hevdayî nîşanî we ke û wir jî hûn hazir kin Ewana çûn çawa ku wanara gotibû usa jî dîtin û şîva Cejina Derbazbûnê hazir kirin Û gava wext pêra gihîşt Ew bi tevî şandîya li ser sifrê rûnişt
final_dataset_maus_aligner/train/B03___22_Luke________KMRIBTN1DA-04.wav
Ji Pawlosê bi emirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa wan merivêd Xwedêra yêd ku Efesêda dimînin û yektîya Mesîh Îsada amin in Ji Pawlosê bi emirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa wan merivêd Xwedêra yêd ku Efesêda dimînin û yektîya Mesîh Îsada amin in De bira kerem û edilayîya Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be
final_dataset_maus_aligner/train/B10___01_Ephesians___KMRIBTN1DA-00.wav
Hûn dilê minda ne û heq e jî ku ez bona we hemûya aha bifikirim Çimkî hûn hemû jî tevî wê keremê bûne ya ku ji Xwedêda minra hatîye dayînê çawa ez niha qeydada me usa jî bona Mizgînîyê sekinî bûm û min ew dida makkirinê Xwedê şedê min e ku ez bi huba Mesîh Îsa çiqasî heyra we hemûyada me
final_dataset_maus_aligner/train/B11___01_Philippians_KMRIBTN1DA-02.wav
Çawa nivîsar e Bona vê yekê mêr wê dê û bavê xwe bihêle xwe li jinê bigire û her du wê bibine bedenek Eva sura kûr e lê ez gotina xwe tînime ser Mesîh û civînê Belê ji we her kes jî bira jina xwe hiz bike çawa xwe û jin ji mêrê xwe xof bike
final_dataset_maus_aligner/train/B10___05_Ephesians___KMRIBTN1DA-09.wav
Çaxê padşê bihîst hêrs ket ordîya xwe şand qira ewêd ku xulam kuştin anî û bajarê wan şewitand Hingê gote xulamêd xwe Dewat hazir e lê xwendî ne hêja bûn Rabin herine serê rîya û hûn kê ku bibînin teglîfî dewatê kin
final_dataset_maus_aligner/train/B01___22_Matthew_____KMRIBTN1DA-02.wav
Hingê Ewî wê darêra got Bira îdî tu kes tu car berê te nexwe Şagirtêd Wî ev gotin bihîstin Û ew hatine Orşelîmê Îsa kete paristgehê û destpêkir ewêd ku paristgehêda dikirîn û difirotin derxistine derva Textêd pereguhêra û kursîyêd kevotkfiroşa welgerandin
final_dataset_maus_aligner/train/B02___11_Mark________KMRIBTN1DA-05.wav
Hingê serekkahîn kincêd xwe qelaştin û got Eva Xwedê bêhurmet dike Îdî şede çî mera ne Va we bihîst Ewî çawa Xwedê bêhurmet kir Weva çawa xuya dike Wana jî lê vegerand û gotin Wîra kuştin dikeve Wê gavê tûyî rûyê Wî kirin bi kulma lêxistin hineka jî şemaq lê didan
final_dataset_maus_aligner/train/B01___26_Matthew_____KMRIBTN1DA-23.wav
Dema ku Îsa paristgehêda digerîya serekêd kahîna qanûnzan û rûspî hatine cem Wî û jê pirsîn Tu bi çi hukumî van kira dikî Kê ev hukum daye Te ku Tu van kira bikî Îsa wanra got Ezê jî tiştekî ji we bipirsim Heger we caba Min da Ezê jî wera bêjim ku Ez bi çi hukumî van kira dikim
final_dataset_maus_aligner/train/B02___11_Mark________KMRIBTN1DA-11.wav
Belê çi ku Qanûnê ji dest bêtaqetîya binyata merivayê nikaribû bikira Xwedê ew yek kir Kurê Xwe dilqê binyata merivayîye gunekarda bona guna şand Û aha Ewî wê binyatêda dîwana gune kir wekî rastbûna temîyêd Qanûnê nava meda bê qedandinê em ku bi binyata merivayî najîn lê bi Ruh
final_dataset_maus_aligner/train/B06___08_Romans______KMRIBTN1DA-01.wav
Ew e sûretê Xwedêyê ku xuya nabe Ew Nixurîyê ser hemû efirînara Çimkî bi destê Wî her tiştêd li erd û ezmana efirîne çi ku xuya dibin çi ku xuya nabin heger kursî yan xudantî bin heger serwêrtî yan hukumetî bin her tişt bi destê Wî û bona Wî efirîne
final_dataset_maus_aligner/train/B12___01_Colossians__KMRIBTN1DA-06.wav
Hindava wê pêşkêşa xweye ruhanîda bê xem nîbe ya ku bi pêxembertîyê tera hatîye dayînê gava berpirsîyara destê xwe danîne ser te Guhê te ser wan tişta be û nava wanda bimîne wekî pêşdaçûyîna te hemûyava eyan be Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe
final_dataset_maus_aligner/train/B15___04_1Timothy____KMRIBTN1DA-05.wav
ew sura ku ji dewr û qurnada veşartî bû lê niha cimeta Wîva eyan bû Xwedê xwest li ber cimeta Xwe veke ku çi dewlemendtîke xweyîrûmet vê surêda bona hemû mileta heye Û ew sur ev e ku Mesîh nava weda ye awa gotî hûn gumana wê yekê ne ku para rûmetê bin
final_dataset_maus_aligner/train/B12___01_Colossians__KMRIBTN1DA-12.wav
lê bi çi tiştî jî çêke şixulê her kesî wê eyan be çimkî ew Roj wê bide kifşê ewê bi êgir eyan be û kirê her kesî çi halîda be agirê bicêribîne Heger şixulê yekî ser vî hîmê çêkirî bimîne ewê heq bistîne
final_dataset_maus_aligner/train/B07___03_1CorinthiansKMRIBTN1DA-05.wav
Mesîh Îsa ye ku bona wan mir lê belê ji mirinê rabû jî û kêleka Xwedêye rastê ye bona me lavanavçêtîyê dike Çi wê bikaribe me ji wê hizkirina Mesîh biqetîne Derdkul telîtengî zêrandin xelayîcelayî bêsitarî qedebela yan şûr
final_dataset_maus_aligner/train/B06___08_Romans______KMRIBTN1DA-15.wav
Evdno Hûn çima vê yekê dikin Em jî binyata xweda merîne mîna we ne Mizgînîyê didine we ku hûn ji wan tiştêd pûç vegerin berbi Xwedêyê sax bên Yê ku erd û ezman ber û hemûyêd nava wanda efirandîye Ewî zemanê bihurîda hişt ku her milet rîya xweda here
final_dataset_maus_aligner/train/B05___14_Acts________KMRIBTN1DA-06.wav
Ewî ev yek digot ne ku xema wî belengaz bûn lê çimkî ew diz bû kîsikê pera cem wî bû û çi ku diketê ewî jê diçopand Hingê Îsa gote wî Ji wê kulfetê vegere Îdî çima vî rûnî heta roja definkirina Min xwey ke Feqîrê her gav tevî we bin lê Ezê her gav tevî we nîbim
final_dataset_maus_aligner/train/B04___12_John________KMRIBTN1DA-02.wav
Gava fêrisîya ev hemû tişt bihîstin qerfê xwe li Îsa dikirin çimkî perehiz bûn Îsa wanra got Hûn ew in yêd ku xwe ber meriva rast didine kifşê lê Xwedê dilê we zane Bizanibin ku ew tiştê nav merivada xweyîqedir e ew li ber Xwedê heram e
final_dataset_maus_aligner/train/B03___16_Luke________KMRIBTN1DA-06.wav
Paşê Îsa ji çîyê hate xwarê elaleteke giran da pey Wî çû Paşê Îsa ji çîyê hate xwarê elaleteke giran da pey Wî çû Hingê yekî kotî hat xwe avîte ber Wî û gotê Xudan Heger bixwazî Tu dikarî min paqij kî
final_dataset_maus_aligner/train/B01___08_Matthew_____KMRIBTN1DA-00.wav
Lê ji tirsa fêrisîya li xwe mukur nedihatin ku ji kinîştê neyêne derxistinê Li wan hê xweş dihat ku meriv pesinê wan bidin ne ku Xwedê Hingê Îsa bi dengekî bilind got Ewê ku bawerîya xwe Min tîne ew bawerîya xwe Min nayne lê Yê ku Ez şandime Û ewê ku Min dibîne yê ku Ez şandime dibîne
final_dataset_maus_aligner/train/B04___12_John________KMRIBTN1DA-16.wav
çimkî pênc birayêd min jî hene bira here temîyê bide wan wekî ew jî neyêne vî cîyê cefa Lê Birahîm gotê Mûsa û pêxemberêd wan hene Bira guhdarîya wan bikin Ewî jî got Na bavê Birahîm heger ji mirîya yek here cem wan wê ji gunekirinê vegerin
final_dataset_maus_aligner/train/B03___16_Luke________KMRIBTN1DA-12.wav
Wî çaxî serwêrê nobedara berdestîyava tevayî çûn ew anîn lê ne bi zorbetîyê çimkî ji cimetê ditirsîyan ku wan nedine ber kevira Ew birin ber civîna giregira dane sekinandinê serekkahîn ji wan pirsî û got Me hişk temî li we nekir ku bi Wî Navî hîn nekin
final_dataset_maus_aligner/train/B05___05_Acts________KMRIBTN1DA-11.wav
Mizgînîyê ku dinihêrî ewana dijmin in bona xatirê we lê bijartinê ku dinihêrî ewana hizkirî ne bona xatirê kalbavêd wan Çimkî Xwedê kîjana dibijêre û pêşkêşa dide kê wê yekêda ne poşman e Çawa we jî wextekê guhdarîya Xwedê nedikir lê niha bi neguhdarîya wana we rem dît
final_dataset_maus_aligner/train/B06___11_Romans______KMRIBTN1DA-13.wav
Çimkî em zanin heger qalibê meyî axîn mîna konê firarî xirab be maleke meye hetahetayê li ezmana heye ya ku bê dest ji Xwedêda çêkirî ye Çimkî em zanin heger qalibê meyî axîn mîna konê firarî xirab be maleke meye hetahetayê li ezmana heye ya ku bê dest ji Xwedêda çêkirî ye Û belê em vî konîda dinelin heyra wê yekêda ne ku mala xweye ezmanî li xwe wergirin
final_dataset_maus_aligner/train/B08___05_2CorinthiansKMRIBTN1DA-00.wav
Ez vê yekê li we didime hesandinê xûşkbirano ku ew Mizgînîya min dannasîn kir ne ya merivayî ye Min ew ji meriva nestand ne jî ji kesekî hîn bûm lê Îsa Mesîh minva eyan kir We bona bêpergalîya mine berêye nava cihûtîyêda bihîstîye Min bêhesab civîna Xwedê dizêrand û dikir ku wê xirab kim
final_dataset_maus_aligner/train/B09___01_Galatians___KMRIBTN1DA-04.wav
Lê Xwedê şede ye ku sozê me wera nebûye Belê û paşê Na Çimkî Kurê Xwedê Îsa Mesîh ku pê me wera hate dannasînkirinê bi min Sîlas û Tîmotêyo Belê û Na nebû lê nava Wîda timê Belê ye Çimkî hemû sozêd Xwedê bi Îsa Mesîh Belê ne lema jî em bi Wî Amîn dibêjin bona rûmeta Xwedê
final_dataset_maus_aligner/train/B08___01_2CorinthiansKMRIBTN1DA-09.wav
Heger nig bêje Ez ne ji bedenê me çimkî ez ne dest im gelo eva menî ye ku ew ne ji bedenê ye Û heger guh bêje Ez ne ji bedenê me çimkî ez ne çev im gelo eva menî ye ku ew ne ji bedenê ye Heger temamîya bedenê çev bûya lê bihîstinê li ku bûya
final_dataset_maus_aligner/train/B07___12_1CorinthiansKMRIBTN1DA-06.wav
Û bona wê yekê hatîye vir jî wekî wan bigire û bibe bide destê serekêd kahîna Lê Şawûl hînkirinêda hê qewat dibû îzbat dikir ku Mesîh hema Îsa ye û dengê hemû cihûyêd Şamêda dida birînê Gava gelek roj derbaz bûn cihû şêwirîn ku wî bikujin lê Şawûl nêta wane xirab hesîya
final_dataset_maus_aligner/train/B05___09_Acts________KMRIBTN1DA-09.wav
Çimkî heger texsîrbûna wan bû sebebê lihevhatina dinyayê tevî Xwedê îdî lê qebûlbûna wanê bibe çi heger ne saxbûna mirîya Heger girika hevîr çawa berê deremeta pêşin Xwedêra dayî helal e ku usa ye temamîya şkevê pêva helal e Û heger raw pîroz in çiqil jî pêra pîroz in
final_dataset_maus_aligner/train/B06___11_Romans______KMRIBTN1DA-07.wav
Tirseke mezin kete ser temamîya civînê û hemûyêd ku ev yek bihîstin Bi destê şandîya gelek nîşan û keremet nav cimetêda dibûn Hemû bawermend hevra hêwangeha Silêmanda dicivîyan Tu kesî ji yêd mayîn newêribû nêzîkî wan bûya lê belê cimetê jî qedirê wan digirt
final_dataset_maus_aligner/train/B05___05_Acts________KMRIBTN1DA-05.wav
Yûhenna hat ne dixwar ne vedixwar û digotin Cin wîda heye Kurê Mêriv hat dixwe û vedixwe bona Wî dibêjin Va Ew yekî pey xwarin û vexwarinê ketî ye dostê xercgir û gunekara ye Lê serwaxtî bi emelêd xwe kifş dibe ku ew rast e
final_dataset_maus_aligner/train/B01___11_Matthew_____KMRIBTN1DA-06.wav
Rojeke din Îsa çû bajarekî ku navê wî Nayîn bû û şagirtêd Wî jî tevî elaleteke giran Wîra diçûn Gava nêzîkî dergehê bajêr bû va mirîk derdixistin Ew kurê jinebîke tayê tenê bû û gelek hewarî jî ji bajêr pêra diçûn Gava Xudan dê dît gunê Wî lê hat û wêra got Negirî
final_dataset_maus_aligner/train/B03___07_Luke________KMRIBTN1DA-05.wav
Îsa lê vegerand û gotê Ez rast bê xêlif tera dibêjim heger merivek dîsa nû nebe ew nikare Padşatîya Xwedê bibîne Nîkodêmo jê pirsî Meriv ku îdî mezin bûye ew çawa dikare dîsa nû bibe Qet dibe ku ew careke din bikeve zikê dîya xwe û ji dîya xwe dîsa bibe
final_dataset_maus_aligner/train/B04___03_John________KMRIBTN1DA-01.wav
Ewî li wan vegerand û got Mûsa ji dest serhişkîya we îzin da we ku hûn jinêd xwe berdin Lê serîda ne usa bû Ez wera dibêjim kî ku bê sebebîya qavîyê jina xwe berde û yeke din bistîne ew zinêkarîyê dike
final_dataset_maus_aligner/train/B01___19_Matthew_____KMRIBTN1DA-03.wav
Li anegorî dîtina çevêd xwe dîwanê nekin lê li anegorî rastîyê dîwanê bikin Hingê hineke ji Orşelîmê gotin Eva ne ew e yê ku dixwestin bikuştana Û va ye Ew aşkere xeber dide û tu kes jî jêra tiştekî nabêje Dibe ku serwêr pê hesîyane ku Eva Mesîh e
final_dataset_maus_aligner/train/B04___07_John________KMRIBTN1DA-08.wav
Yan hûn derketin çi bibînin Pêxemberekî Belê Ez wera dibêjim ji pêxemberekî jî mestir e Eva ew e bona kîjanî nivîsar e Va ye Ezê qasidê Xwe pêşîya Teva bişînim Ewê rîya Te pêşîya Teva hazir ke
final_dataset_maus_aligner/train/B03___07_Luke________KMRIBTN1DA-11.wav
Lê belê Îsa bona wî negotibû ku ew namire lê gotibû Heger Ez bixwazim ku ew bimîne heta Ez bêm çî tera ye Eva ew şagirt e yê ku bona van yeka şedetîyê dide usa jî ev yek nivîsîn Em zanin ku şedetîya wî rast e Hê gelek kirêd din jî hene yêd ku Îsa kirine
final_dataset_maus_aligner/train/B04___21_John________KMRIBTN1DA-12.wav
Gava wan teştê xwar Îsa ji ŞimhûnPetrûs pirsî Şimhûnê kurê Yûhenna tu Min gelekî hiz dikî yan ew Min gelekî hiz dikin Petrûs jêra got Belê Xudan Tu zanî ku ez Te hiz dikim Îsa wîra got Berxêd Min biçêrîne Îsa cara duda wîra got Şimhûnê kurê Yûhenna tu Min hiz dikî
final_dataset_maus_aligner/train/B04___21_John________KMRIBTN1DA-06.wav
Hûn xwexa jî zanin xûşkbirano ku em badîhewa nehatine cem we Hûn xwexa jî zanin xûşkbirano ku em badîhewa nehatine cem we Me pêşîyê Fîlîpyayêda cefa kişandibû û hatibûne rezîlkirinê çawa hûn zanin paşê me bi qewata Xwedêyê xwe dîsa turuş kir nava wê miqabilîya giranda Mizgînîya Xwedê wera bêjin
final_dataset_maus_aligner/train/B13___02_1Thess______KMRIBTN1DA-00.wav
Wir sersed gemîke Skenderyayê dît ku diçû Îtalyayê em kirine wê gemîyê Hêdîhêdî gelek rojada em bi zorekê nêzîkî Kinîdyayê bûn Bê ku rê nedida me em binatara Kirêtayê ber Salmonêra derbaz bûn
final_dataset_maus_aligner/train/B05___27_Acts________KMRIBTN1DA-02.wav
Sibeh ku zelal bû erd nas nedikirin lê delaveke berê raçev kirin ku hêşîya wê hebû û dixwestin belkî bikaribin binê gemîyê wir erdê xin Lengere ji binî qetandin berêda hiştin hingê jî werisêd fitilokêd zivirandinê ku digirtin sist kirin û bapêşa pêş dane bê xwe li wê hêşîya berê girtin
final_dataset_maus_aligner/train/B05___27_Acts________KMRIBTN1DA-16.wav
Paşê heft zembîl ji hûrikêd bermayî berev kirin Ewêd ku xwarin weke çar hezar meriva bûn Gava ku Îsa ew verêkirin pêrapêra tevî şagirtêd Xwe kete qeyikê û çûne qeza Dalmanûtayê Fêrisî hatin û destpêkirin Îsara ketine dewê Ew dicêribandin û ji Wî nîşanek ji ezmên dixwestin
final_dataset_maus_aligner/train/B02___08_Mark________KMRIBTN1DA-03.wav
Ew kulfet ji tirbê derketin revîn çimkî risasê ew girtibûn û dilerizîn Kesîra jî tiştek negotin çimkî sawê li wan girtibû Gava Îsa roja heftîyêye pêşin sibehê zû ji mirinê rabû Wî pêşîyê Xwe nîşanî Meryema Mejdelanî kir ya ku heft cin jê derxistibû
final_dataset_maus_aligner/train/B02___16_Mark________KMRIBTN1DA-03.wav
Ser vê yekê hişyar bimînin û bona temamîya cimeta Xwedê timê dua bikin Û bona min jî dua bikin ku gava ez xeber dim gotinek minra bê dayînê wekî mêrkîmî sura Mizgînîyê eyan kim bona Kîjanê ez bi van qeydê xwe qasidîyê dikim Dua bikin wekî ez bona Wê turuş kim xeber dim çawa lazim e
final_dataset_maus_aligner/train/B10___06_Ephesians___KMRIBTN1DA-06.wav
Niha telant ji wî bistînin û bidine ewê ku dehe telantêd wî hene Çimkî yê kê ku heye wîra wê bê dayînê û serda zêde be lê yê kê ku tune çi heye jî wê jê bê standinê Lê ew xulamê bêkêr bavêjine terîya derva Li wir wê bibe girî û çirkeçirka dirana
final_dataset_maus_aligner/train/B01___25_Matthew_____KMRIBTN1DA-10.wav
Wî çaxî Padşatîya Ezmana wê mîna vê yekê be Merivek ku wê derketa rêwîtîyê gazî xulamêd xwe kir û hebûka xwe sparte wan Pênc telant dane yekî du telant dane yekî û telantek jî da yekî her kesîra weke qewata wî û rêket çû
final_dataset_maus_aligner/train/B01___25_Matthew_____KMRIBTN1DA-04.wav
Îsa Xwexa xaçê Xwe hilda û derkete wî cîyê ku jêra dibêjin Cîyê Qaf bi îbranî Golgota Li wê derê Ew tevî du merivêd din xaç kirin her yek li kêlekekê Îsa nava wanda bû Pîlato textek jî nivîsî û fêza xaçê xist ku aha nivîsar bû ÎSAYÊ NISRETÊ PADŞÊ CIHÛYA
final_dataset_maus_aligner/train/B04___19_John________KMRIBTN1DA-08.wav
Ewê vekin û bînin Heger yek ji we bipirse Hûn çima wê vedikin bêjin ku Xudanra lazim e Ewêd şandî çûn çawa ku wanra hatibû gotinê usa jî dîtin Û wana hê ceşik vedikir xweyêd wê wanra gotin Hûn çima vê ceşikê vedikin Şagirta got Xudanra lazim e
final_dataset_maus_aligner/train/B03___19_Luke________KMRIBTN1DA-11.wav
Ev e temîya Min Hevdu hiz bikin çawa ku Min hûn hiz kirin Tu hizkirin ser wê hizkirinêra tune ku yek emirê xwe ber dostêd xweva bide Hûn dostêd Min in heger hûn wan temîyêd ku Ez didime we xwey dikin Ji vir şûnda Ez we xulam hesab nakim çimkî xulam haş pê tune ku axayê wî çi dike
final_dataset_maus_aligner/train/B04___15_John________KMRIBTN1DA-04.wav
Carekê Îsa cîkî dua dikir gava xilaz kir ji şagirtêd Wî yekî jêra got Xudan me hînî duakirinê ke çawa Yûhenna şagirtêd xwe hîn kirin Carekê Îsa cîkî dua dikir gava xilaz kir ji şagirtêd Wî yekî jêra got Xudan me hînî duakirinê ke çawa Yûhenna şagirtêd xwe hîn kirin Ewî wanara got Gava hûn dua dikin aha bêjin Bavo Navê Te pîroz be Padşatîya Te bê
final_dataset_maus_aligner/train/B03___11_Luke________KMRIBTN1DA-00.wav
Hingê ewana li wê derê Îsa digerîyan û paristgehêda disekinîn ji hevdu dipirsîn Hûn çi dibêjin Ewê ese neyê vê cejinê Fêrisî û serekêd kahîna jî emir derxistibûn heger kesek bizanibe Ew li ku derê ye gerekê guhê wan pê xin wekî ew Wî bigirin
final_dataset_maus_aligner/train/B04___11_John________KMRIBTN1DA-19.wav
Ji we kîjan e ew meriv ku kurê wî nan jê bixwaze ew kevir bidê Yan jî mesî bixwaze ew mer bidê Hûn ku xirab in zanin tiştêd qenc bidine zarêd xwe lê Bavê weyî Ezmana wê çiqas tiştêd qenc bide ewêd ku ji Wî dixwazin
final_dataset_maus_aligner/train/B01___07_Matthew_____KMRIBTN1DA-03.wav
Heger çevê te pak e temamîya bedena teyê ronayî be Lê heger çevê te xirab e bedena teyê jî terî be Awa haş ji xwe hebe dibe ku ew ronaya nava teda terî ye Heger temamîya bedena te ronayî ye û pareke terî tune hemûyê jî ronayî be çawa çira bi şewqa xwe te ronayî dike
final_dataset_maus_aligner/train/B03___11_Luke________KMRIBTN1DA-14.wav
Wî çaxî kurê wîyî mezin li kewşên bû Gava hat nêzîkî malê bû dengê stiran û reqasê bihîst Ewî gazî ji xulama yekî kir û jê pirsî Ev çi hewal e Xulêm wîra got Birê te hatîye bavê te canegayê dermalîkirî serjêkirîye çimkî ew sax û silamet vegerîyaye Bira hêrs ket û nexwest ku here hindur
final_dataset_maus_aligner/train/B03___15_Luke________KMRIBTN1DA-09.wav
Û gava ewî padşatîya xwe stand vegerîya gazî wan xulama kir kîjanêd ku ewî pere dabûne wan wekî bizanibe ka her yekî çiqas kirîye kar Yê pêşin hat û gotê Ez xulam zêrekî te dehe zêr kire kar
final_dataset_maus_aligner/train/B03___19_Luke________KMRIBTN1DA-05.wav
Em şa dibin gava em sist dibin û hûn qewat dibin Û em jî bona we dua dikin wekî hûn tam bigihîjin Bona van yeka ez dûrva wera dinivîsim ku nebe gava ez bêm hindava weda hişkîyê bikim bi wî hukumê ku Xudan daye min ya ku bona avakirinê ye ne bona xirabkirinê Heyneser xûşkbirano xweş bin
final_dataset_maus_aligner/train/B08___13_2CorinthiansKMRIBTN1DA-05.wav
Hineka jî digot Usa tê kifşê ku eva derheqa xwedêyêd xerîbda dannasîn dike Aha digotin çimkî ewî bona Îsa û rabûna mirîya dannasîn dikir Wî çaxî ew hildan birine ber civîna Aryopagoyê û gotin Em dikarin bona wê hînkirina nûye ku tu dannasîn dikî bizanibin
final_dataset_maus_aligner/train/B05___17_Acts________KMRIBTN1DA-09.wav
Niha jî ew li ber cimetê şedêd Wî ne Û em vê Mizgînîyê didine we Çi ku Xwedê kalbavêd mera soz dabû Ewî bona me kir awa gotî zarêd wanra gava Îsa ji mirinê rakir Çawa Zebûra dudada jî nivîsar e Tu Kurê Min î Tu îro Minra bûyî
final_dataset_maus_aligner/train/B05___13_Acts________KMRIBTN1DA-14.wav
Civîna Entakyayêda çend pêxember û dersdar hebûn Barnabas Şimhûnê ku jêra Nîgêr digotin Lûkyoyê ji Kûrênê Menayînê ku tevî Hêrodesê serwêr mezin bibû û Şawûl Civîna Entakyayêda çend pêxember û dersdar hebûn Barnabas Şimhûnê ku jêra Nîgêr digotin Lûkyoyê ji Kûrênê Menayînê ku tevî Hêrodesê serwêr mezin bibû û Şawûl
final_dataset_maus_aligner/train/B05___13_Acts________KMRIBTN1DA-00.wav
Awa heger mêrê wê hê sax be ew bibe jina mêrekî din wê zinêkar bê hesabê lê heger mêr lê bimire ew ji wê qanûnê aza dibe û zinêkar nabe heger bibe jina mêrekî din
final_dataset_maus_aligner/train/B06___07_Romans______KMRIBTN1DA-02.wav
Rastîya bawerîyêye eyanbûyî bi îsafa rihet xwey kin Û evana jî bira pêşda bêne cêribandinê heger tiştek ser wan tunebe hingê bira berdestîyê bikin Usa jî bira jinêd wan giran ne buxdanbêj lê xwegirtî her tiştîda amin bin Berdestî gerekê mêrê jinekê be qenc malxêtîyê li zar û mala xwe bike
final_dataset_maus_aligner/train/B15___03_1Timothy____KMRIBTN1DA-03.wav
Hûn îdî têr bûne îdî hir bûne Bêyî me îdî bûne padşa Ax xwezî hûn bibûna padşa emê jî tevî we bibûna padşa Çimkî ez texmîn dikim ku Xwedê em şandî avîtine paşîya koça çawa ji mirinêra dayî Em dinêda bûne îtoyîn hin li ber milyaketa hin jî ber meriva
final_dataset_maus_aligner/train/B07___04_1CorinthiansKMRIBTN1DA-03.wav
û xwe îdî li Sêrî nagirin ku Mesîh e Bi Wî temamîya bedenê bi pevgirêk û sêvikava hevva girêdayî tê xweyîkirinê û bi gîhandina Xwedê digihîje li gora xwestina Wî Awa heger hûn tevî Mesîh mirine û ji sixirêd vê dinyayê aza bûne îdî hûn çima mîna berê pey erfedetêd vê dinyayê diçin Hûn çima guh didine temîyêd aha
final_dataset_maus_aligner/train/B12___02_Colossians__KMRIBTN1DA-09.wav
Usa jî hûn xûşkbirayêd min bi bedena Mesîh hindava Qanûnêda mirin ku bibine para yekî din Yê ku ji mirinê rabûye wekî hûn Xwedêra ber bînin Çimkî gava me hê bi binyata merivayê dijît temê guna ku ji Qanûnê serî hildidan nava qalibêd meda ya xwe dikirin ku em berê mirinê bidin
final_dataset_maus_aligner/train/B06___07_Romans______KMRIBTN1DA-03.wav
Evana ku nava hebandina Xudanda bûn û rojî digirtin Ruhê Pîroz wanra got Barnabas û Şawûl Minra bona wî şixulê ku Min gazî wan kirîye cude kin Wî çaxî rojî girtin dua kirin destêd xwe danîne ser wan û ew şandin
final_dataset_maus_aligner/train/B05___13_Acts________KMRIBTN1DA-01.wav
Ev hemû sîya wan tişta ne yêd ku wê bên lê rastî Mesîh e Nebe ku yek destê we ji lecxelatê bike yê ku bi xwenimizkirina hilekarî milyakethebandinê û bi gîrobûna dîtinêd ber çeva mijûl e Yêd usa bi fikirêd pûçe merivayî pişika xweda diwerimin
final_dataset_maus_aligner/train/B12___02_Colossians__KMRIBTN1DA-08.wav
Ev yekana xûşkbirano min bona we anîne ser xwe û Apolo wekî hûn vê yekê ji me hîn bin Ji nivîsarê derneyên Hingê ji we tu kes wê yek pê yekî nefire Kî te ji xelqê firqî dike Çî te heye ku te pêşkêş nestandîye Lê wekî te standîye çima peyê xwe didî çawa te nestandibe
final_dataset_maus_aligner/train/B07___04_1CorinthiansKMRIBTN1DA-02.wav
Bira ne jî bawermendê nû be ku nebe kubar be dîwana wî jî mîna ya mîrêcin bê kirinê Wekî din jî gerekê qedirê wî cem yêd ji civînê der jî hebe ku nebe bê rezîlkirinê û bikeve teleka mîrêcin Usa jî bira berdestî giran bin xeberdanêda durûtîyê nekin xwe nedine şeravê pey keda heram nekevin
final_dataset_maus_aligner/train/B15___03_1Timothy____KMRIBTN1DA-02.wav
Lê em dua ji Xwedê dikin ku hûn xirabîyê nekin ne ku wekî em cêribandinêda qenc kifş bin lê wekî hûn qencîyê bikin heger em pênebûyî jî kifş bin Çimkî em nikarin tiştekî li rastîyê bikin lê tenê bona kara wê
final_dataset_maus_aligner/train/B08___13_2CorinthiansKMRIBTN1DA-04.wav
Bona vê yekê ku Ew ji mirinê rakir û îdî Ew tu car narize Xwedê aha gotîye Ezê wan duadirozgêd pîroze amin û Dawidra sozdayî ser weda bibarînim Zebûreke dinda jî dibêje Tu nahêlî Pîrozê Te birize
final_dataset_maus_aligner/train/B05___13_Acts________KMRIBTN1DA-15.wav
Awa ewî kinîştêda cihû û yûnanêd xwedêbawerra û li meydanê bajêrda jî her roj rastî kê dihat wanra dikete xeberdanê Çend fîlosofêd êpîkûrî û stoyxî wîra ketine hucetê û hineka digot Evî devbelayî bêtewşe çi dixwaze bêje
final_dataset_maus_aligner/train/B05___17_Acts________KMRIBTN1DA-08.wav
Gazî dehe xulamêd xwe kir dehe zêr dane wan û got Van bidine xebatê heta ku ez vegerim Lê bajarvana kîna wî girtibû qasid li pey wî şandin û gotin Em naxwazin ew padşatîyê li ser me bike
final_dataset_maus_aligner/train/B03___19_Luke________KMRIBTN1DA-04.wav
Lê bavê xulamêd xwera got Zû bikin çuxê lapî rind bînin lê kin gustîlê têkine tilîyê û sola jî bikine niga Canegayê dermalîkirî bînin serjêkin em bixwin û şa bin Çimkî ev kurê min mirî bû sax bû undabûyî bû hate dîtinê Û dest bi şayîyê kirin
final_dataset_maus_aligner/train/B03___15_Luke________KMRIBTN1DA-08.wav
Gava xeberdana Xwe xilaz kir yekî fêrisî hîvî jê kir ku here tevî wî nan bixwe Ew jî çû li ser sifrê rûnişt Gava fêrisî dît ku Ewî pêşîya nanxwarinê li gora edetê dîn destêd Xwe neşûştin zendegirtî ma
final_dataset_maus_aligner/train/B03___11_Luke________KMRIBTN1DA-15.wav
Heger na berazê wan bin nigêd xweda pêpes kin û seyê jî vegerin we bidirînin Bixwazin hûnê bistînin bigerin hûnê bibînin derî xin wê ber we vebe Çimkî kî ku dixwaze distîne kî ku digere dibîne û kî ku derî dixe ber vedibe
final_dataset_maus_aligner/train/B01___07_Matthew_____KMRIBTN1DA-02.wav
Bona vê yekê Îsa îdî aşkere nava cihûyada nedigerîya lê ji wir çû berîyê cîkî nêzîkî bajarê ku jêra Efrayîm digotin û tevî şagirtêd Xwe li wê derê ma Cejina cihûyaye Derbazbûnê nêzîk bû gelek merivêd ji dorbera berî cejinê hevraz çûne Orşelîmê wekî li gora edet xwe bişonveşon
final_dataset_maus_aligner/train/B04___11_John________KMRIBTN1DA-18.wav
Nanê meyî rojê roj bi roj bide me Û gunêd me bibaxşîne çimkî em jî dibaxşînine hemû deyndarêd xwe û me nebe cêribandinê Û wanara got Ji we kîjan e ku dostekî wî hebe û nîvê şevê here mala wî jêra bêje Dosto sê nana deynî bide min
final_dataset_maus_aligner/train/B03___11_Luke________KMRIBTN1DA-01.wav
Min hûn dost hesab kirin çimkî her tiştêd ku Min ji Bavê Xwe bihîstin weva dane eyankirinê Ne ku we Ez bijartim lê Min hûn bijartin û kifş kirin wekî hûn herin ber bidin û berê we bimîne Hingê hûn çi ku pê navê Min ji Bavê bixwazin Ewê bide we Ez temîya vê yekê didim ku hûn hevdu hiz bikin
final_dataset_maus_aligner/train/B04___15_John________KMRIBTN1DA-05.wav
README.md exists but content is empty.
Downloads last month
31